Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK li Amerîka û 4 Welatên Din Dema Dengdana Hilbijartina Serokomarîyê Heta 24'ê Gulanê Dirêj Kir


Dengdana li bajarê New Yorkê
Dengdana li bajarê New Yorkê

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkîyê (YSK) îro Sêşemê ragihand ku li Amerîka, Kanada, Australya, Îrlanda û Îngîltere dema dengdana di gera duyê ya hilbijartina serokomarîyê heta 24'ê Gulanê hate dirêj kirin.

YSK roja Yekşemê ragihandibû ku li wan dewletan prosesa dengdanê wê di navbera 20-21'ê Gulanê pêk were.

Partîya Gel ya Komarî (CHP) îdia kiribû ku biryara YSK dijî berbijarê wê Kiliçdaroglu ye jiber ku li wan welatan dengên wî ji yên kandîdê Hevpeymanîya Gel, Erdogan gelek pirtir e.

CHP jibo guhertina kurtkirina dema dengdanê li wan pênc dewletan serî li YSK dabû û biryara îro li ser wê daxwazê hate dayîn.

Hemwelatîyên Tirkîyê yên xwedîyê mafê dengdanê wê bikaribin di nava pênc rojan de dengê xwe yê jibo gera duyan ya hilbijartina serokomarîyê bi kar bînin.

Berbijarê Hevpeymanîya Gel, Recep Tayyîp Erdogan û yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu denhên herî zêde wergirtibûn û mafê beşdarbûna gera duyan ya hilbijartinê bi dest xistibûn.

Hêjayî bîrxistinê ye li Tirkîyê cara yekê ye ku hilbijartina serokomarîyê bi vî awayî, bi du qonaxan pêk tê û jiber ku ti namzet nikarîbû % 50 dengan bistîne, hilbijartin çûbû gera duyê.

XS
SM
MD
LG