Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkîyê (YSK) bi biryara xwe ya dawî pêşî li 55 hezar û 576 zindanîyan girt di hilbijartinê de bikaribin dengê xwe bidin.
Di nav van girtîyan de Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî heye.
Li gor biryara YSK’ê, girtîyê ku di cîyê tomara dengdanê de tunene û li bajarekî din in, nikarin dengê xwe bidin.
Di nav 11 edamên YSK’ê de 3 kes dijî vê biryarê deketine û 9 kesî jî ev biryar erê kirine.
Baroya Enqerê dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan da ew yek wek binpêkirina mafên mirova nîşan da.
Parlamanterê HDP’ê, parêzvan Mehmet Tîryakî got ku got ew biryar qutkirina dengê partîya wan e.
“Heta niha jî li pêşîya girtîyan ti astengîyên wiha tunebûn. Partîya me her gav di nav dengdana girtîgehan de partîya yekê bû. Niha YSK bi biryareke nezagonî dixwaze ku mafên girtîyan ji destê wan bigire û dengê wan qut bike. Armanc ew e ku bila ev deng neyên HDP’ê.”
Tîryakî biryara YSK’ê wek gaveke dijî mafên mirovan bi nav kir û e got ku ewê doza girtîyan heta dawî biparêzin.