Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Biryara YSK’ê 8 Şaredarên HDP’ê Nikarin Destûrnameyên Xwe Wergirin


HDP mayors-elect protest the decision of YSK in Diyarbakir

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê a Tirkiye (YSK) biryarek nû da got ku şaredarên ku di dema rewşa awarte de bi biryarên di hikûmê qanûnê de (KHK) ji kar hatine derxistin, nikarin destûrnameya şaredarî bigirin.

YSK’ê biryar da ku cîhê wan kesan, namzedên partîya ku di rêza duyê de dengên zêde girtine wê bibin bajarvan.

Li gor vê biryarê, li 6 bajarok û 2 nahîyeyan 8 berbijarên serketî yên HDP’ê nikarin destûrnamê wergirin ku bi fermi bibin bajarvan.

Wan: Tuşba, Artemêt (Edremît), Ebex (Çaldiran)

Amed: Baglar û Lîce

Erzîrom: Tekman

Qers: Bajaroka Dagpinar

Sêrt: Bajaroka Gokbaş

Li van şaredariyan YSK destûrname dide namzedên AKP’ê.

Yek ji van şaredaran Zeyat Ceylan e ku ji Baglara Amedê bi 116 hezar dengan bû şaredar. Lê, jiber ku ew di sala 2016'an bi biryara KHK ji kar hat avêtin, niha nikare destûrnamê bigire.

Ceylan dibêji ku ne di sîyasetê de, ne jî di hiqûqê de cîhê vê biryarê tuneye.

"Di derheqa me de biryarek hebûya, YSK’ê divê bigota ku hun nikarin bibin berbijar. Lê, piştî deh rojan radibin dibêjin hun nikarin bibin şaredar. YSK dibe sedem ku vîna 116 hezar nirovan were dizîn."

Berdevkê HDP’ê Sarûha Oluç li ser vê rewşê li Enqerê daxuyaniyek da û got ku biryara YSK’ê beşek ji komploya sîyasî ya AKP’ê û MHP’ê ye û YSK’ê bi eşkere qayum danaye ser îrada gel.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00

XS
SM
MD
LG