Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK Dê Biryara Ser Hilbijartinên Stenbolê Ragihîne


Berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê Stenbolê Bînalî Yildirim dîyar kir ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) roja Duşemê dê biryara ser hilbijartinên Stenbolê ragihîne.

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de, li Stenbolê berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû, lê AKP û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) daxwaza pêdaçûnê kiribûn.

Dozgerîyê ser îdiayên dest bi vekolînê kiribû û bang li 100 kesên li ser sindoqan kiribû ku îfadeyê bidin.

Yildirim do Yekşemê da zanîn ku YSK daxwazên pêdaçûnan dinirxîne û dîyar kir ku ew bawer dike ku ewê roja Duşemê biryara dawî bide.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Şemîyê ser dubarekirina hilbjartinê axifîbû.

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu do Yekşemê gotibû ku peyvajoya hilbijartinê bi dawî bûye û dîyar kiribû ku encam jî zelal in.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu AKP û MHP’ê bi pêkanîna ‘’zexta sîyasî’’ tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG