Rojnamevanê navdar yê Tirk Hasan Cemal, ku jibo Partîya Çep ya Kesk (YSP) berbijarê parlamanterîyê, ragihand ku wî dest ji karê xwe berdaye.
Cemal ji malpera T24’ê bi nivîsekê, ku sernav ‘’Li Jîyanê Destpêkeke Nû’’ ye, vekişîna xwe ya ji rojnamevanîyê ragihand.
‘’Bo ez destê xwe bi xwe bidim binê kêvir, ez dawî li rojnamevanîya xwe ya 54 salan tînim,’’ Cemal nivîsî.
Wî di nivîsê de dîyar kir ku li Tirkîyê azadîya medyayê nemaye û demokrasî jî bi krîzeke mezin re rûbirû maye.
Hasan Cemal ji 2013’an vir ve di T24’ê de dinivîsî. Berî wir, wî di rojnameyên wek Cumhurîyet, Sabah û Mîllîyetê de kar kiribû.
Jêder: T24