Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Çep ya Kesk Dibêje Ew Xebatên Hilbijartinê Didomîne


Berdevkê Partîya Çep ya Kesk Îbrahîm Akin li parlamanê di komcivîna partîya xwe de ser hilbijartinên herêmî yên 2024’an axifî.

Akin dîyar kir ku wan peyvajoyeke giran ya hilbijartinê li dû xwe hiştiye û ew jibo têkoşîna xwe mezin bikin xebatên xwe didomînin.

“Sala 2024’an hilbijartina rêvebirîyên xwecîhî heye û ew hilbijartin herêmî jibo me pir girîng in. Jibo sîyaseta qayuman pûç bibe divê em bi awayekî xurt bixebitin.”

Wî got ku ew dixwazin ji niha ve dest bi xebatên xwe bikin û encameke xurt bi dest xwe xin.

Akin dîyar kir ku ewê di hilbijartinên herêmî de li gor avakirina rêvebirîya demokratîk tevbigerin.

Berdevkê Partîya Çep ya Kesk bang li ciwanan kir ku tevlî xebatên partîyê bibin û got ku yên ku hêvîyê geş bikin ew in.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ketibû hilbijartinan.

Her du partî jiber encamên hilbijartinan ew demek e bi rexneyên tund re rûbirû mane.

XS
SM
MD
LG