Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya jiber Beşdarbûna Xwepêşandanê Hevjîna Navalny Ceza Dike


Yulia Navalny
Yulia Navalny

Dadgeheke Rûsî îro Duşemê 20 hezar ruble ($265) cezayê li Yulia Navalnaya, hevjîna rêberê opozîsyonê Aleksei Navalny birî, bi sedema ku ew beşdarî protestoya bêdestûrî ya Şemîyê bûye.

Di xwepêşandana wê rojê de polîsên rewşa awarte avêtibûn ser xwenîşandaran û pirtir ji 5,300 desteser kiribûn ku tevî sermayê cemidî bona azadîya Navalny derketibûn kolanan.

Rêvebirîya Amerîkî bang li Rûsya kiribû ku Navalny berde û rêzê li xwenîşanderan bigire.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ragihandibû ku ew jiber maytekirina tund ya li rojnamevan û xwenîşanderan Moskowê şermezar dikin.

Di xwepêşandana li Moskowê de xwenîşanderan sloganên wek ‘’Dest ji Seroktîyê Berde, Putin, ‘’Putinê Dizek’’ hatibûn bilind kirin.

Dîsa, bi sedan xwenîşanderên din jî bajarên wek St. Petersburg, Novosibirk û bajarên din jî hatibûn desteser kirin.

XS
SM
MD
LG