Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Yunanî bo Piştgirîya Kurdan Êrîşî Balyozxaneya Îranê ya Atîna Kirin


Balyozxaneya Îranî ya li Atîna

Karbidestên Yunanî ragihand ku komeke anarşîstan, bona şermezarkirina giwaştinên Tehranê ya gelê Kurd, îro êrîşî balyozxaneya Îranî ya li Atîna kirin.

Karbidestên ewlekarî ragihand ku dora 10 kesên ku di destê wan de şivên hêsin hebûn, îro zû şibakeyên odeya payînê ya balyozxanê şikandin û boyaxên sor çekirin ser dîwarên hewşa wê.

Karbidestan da zanîn ku di êrîşê de ti kes birîndar nebûye.

Koma anarşîst Rubicon di daxuyanîyeke ser înternetê de got ku endamên wê ew êrîş jibo piştgirî û hevgirtina Kurdên Îranê pêk anî.

Rubicon di salên borî de gelek caran kiryarên vî rengî dike û balyozxane, kompanîyên taybet û avahîyên hikûmetê dike armanc.

Êrîşa herî dawî ya li Atîna, çend roj piştî êrîşa bizavkaran ya ser balyozxaneya Îranê ya Parîsê tê ku medya Îranî ragihandibû ku êrîşa 14’ê Îlonê ji alîyê dora 15 Kurdan hatibû kirin.

Wezareta Derve ya Îranê hikûmeta Fransî tawanbar kiribû ku bi lezûbêzî bersîvdana êrîşê nedaye.

Rubicon di rûpela xwe ya Facebookê de ev vîdyo weşandiye: https://t.co/kPmAL07hCi

XS
SM
MD
LG