Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yunanistanê Hejmara Pêketinên Korona Jinûve Bilind Dibe


Karbidestên Yunanî îro ragihand ku 203 bûyerên nû yên pêketina vîrusa korona û mirinek hatin tomar kirin.

Bi amûrên nû, hejmara giştî ya bûyerên pêketina korona bû 5,623 û ya mirinan jî giheşt 212 kesan.

Hikûmeta Yunanî biryar da ku di navbera 10 û û 31'ê Tebaxê de, divê her kes li firoşgehan, li hemî şêwazên veguhastina giştî maskan bi kar bînin.

Herwiha mirovên beşdarî civînên olî yên li dêran dibin jî pêdivî ye ku maskan bi kar bînin, lê bo qeşeyan ne mecbûrî ye.

XS
SM
MD
LG