Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitsotakis Pîştî Serkeftina di Hilbijartinên Yunanistanê De Sonda Serokwezîriyê Dixwe


Kyriakos Mitsotakis sond xwarinê de
Kyriakos Mitsotakis sond xwarinê de

Serokê opozisyonê û kesê mihafizkar yê Yunanî, Kyriakos Mitsotakis, di hilbijartina seranserî de ya roja Yekşmê li Yunanistanê serkeftinek mezin bi dest xist bi ser Serokvezirê Çepgir Alexis.

Mitsotakis, roja Dusemê li Atinaya paytext dest bi kar dike piştî ku li qesra Serokatiya Yunanistanê li paytext Atîna sond xwar.

Partiya Demokrasiya Nû ya Mitsonaki rêjeya % 39.8 dengan girtin u Partiya Syriza ye Tsipras ji % 31.6 dengan standin, piştî 90% ji dengan hatbûn hejmartin.

Tsipra yê 44 salî ku 4 sal bûn serokvezîr bû, red kir pîrozbahiya serkeftina Mitsotakis yê 55 salî bike.

Mitsotakis di axiftina xwe ya pirozbahiyê de got “Min wekaleteke xurt ji we xwest ji bo guhertina Yunanistanê, we ew wekalet bi dilgermî da min" û got "îro pê de, dê şerekî bi zehmet lê xweş destpê bike, Yunanistan layiqî jiyaneke baştire, niha dem hatîye em wê bicî bînin".

Mitsotakis li Amerîka xwendîye û derçûyê zanîngeha Harvard e, di parlemana Yunanistanê ji koma hejmar 300 parlementeran 158 parlementer qezenc kirin.

Mitsotakis kurê Serokwezîrê berê yê Yunanisatanê Konstantinos Mitsotakis û birayê wezîrê derve yê berê yê Yunanistanê Theodora "Dora" Bakoyanni û mamê Hakimê nû hilbijartî yê Atîna ye.

Mitsotakis sozên weke peyda kirina derfetên baş yên kar bi rêya karsaziya bi derve ra û, kêmkirina bacê û hilandina astengiyên di rêka bazirganiyê de dan gelê Yunanistanê.

XS
SM
MD
LG