Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewitandina Trombêla Dîplomatê Tirk li Yunanistanê


Roja Duşemê trombêla dîplomatê Tirk li Yunanistanê hat şewitandin, ev di wî çaxî de pêkhat dema têkiliyên herdu welatan di rewşek aloz de derbaz dibin.

Polîsê Yunanê got, trombêla dîplomatê Tirk sibeya roja Duşemê hat şewitandin, ku alozîyên herdu welatên endam di hevpeymaniya NATO de tund dibin.

Polîs da zanîn ku ziyanên giyanî nebûne û bûyer li bajarê Saloniki - Salonica pêkahtîye, trombêla karmendê konsulxanya Tirkî, plaka dîplomasî di gel de nebû dema hatî şewitandin.

Vê dawiyê têkiliyên Tirkiyê û Yunanê zêdetir aloz bûne, piştî ku Tirkiyê dest bi hinartina keştiyan kirî bû sibnorên avî yên nêzî Qubrsa Yunanî, ku Tirkiye dixwaze li samanên enerjiya jêr av lêgerînan pêk bîne.

Ji sala 1974an heta niha Tirkiyê beşa Qubris ya Bakur dagîr kirîye, Tirkiye dibêje mafê wan heye li beşa Qubrisa bakur lêgerînên petrol û Gazan pêk bînin. Lê ev hewildana Tirkiyê bûye sedema nerihetîya welatên Yekêtîya Ewrûpa û herwiha Amerîka.

Zêdebarî pisa lêgerîna petrol li ava deryayî, têkiliyên Tirkiyê û peymanên vê dawiyê yên li gel hikûmeta Lîbya bûye sedema turebûna Yunanistanê û Misrê.

Derbarê pirsgirêk û şerên Lîbya niha di navbera Yunanistan û Tirkiyê dîsan alozî tên dom kirin.

XS
SM
MD
LG