Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdhejek Hêzdar li Navenda Yunanistanê Dide


Arşîv
Arşîv

Erdhejeke di pileya 6.2 de Çarşemê 3ê Adarê li Navenda Yunanistanê da, bo sedem ku xelk ji malên xwe reviyan derve, lê demûdest raportên derbarê zirar û ziyanên mezin nehatine ragihandin.

Navenda Sîsmolojîk ya Deryaya Navîn a Ewrupî (EMSC) da zanîn ku erdhej di kûratiya 10 kîlometran (6.2) mîlan de pêkahtiye û di raportên pêşî de tê texmîn kirin ku erdhej di hêza 5.9 û 6.9 ji pîvanên Rixter be.

Kamîrayên çavdêrîyê li firoşgehekî li bajarê Larissa dîmen nîşan dane ku cilên hilawîstî xwar dibin di ku dema erdhej pêkhatî.

Karmendên saziya Agirvemirnadinê li bajarê Mesochori, li devera Elassona li qurabniyan digerin ku kanê kesek di xaniyê jiber erdhejê de wêranbûyî asê maye yan na.

Enstîtûya Geodînamîkî dibêje, navenda erdhejê 20 kîlometran li jêriya bajarê Elassona yê ku li navenda Yunanistanê ye.

Berpirsekî saziya agirvemirandinê li bajêr gotiye, heta nuha raportek derbarê zirar û qurbaniyên erdhejê ne gihaye wan lê wî got"Hevkarên min hestpê kirîye ku gelek bihêz bû."

Pisoprên Erdhejan li Yunanistanê gotiye, welatiyên Yunanistanê li seranserî welat hest bi erdhejê kirîye.

XS
SM
MD
LG