Yunanistanê karantîna giştî ya jiber vîrusa korona hatibû ragihandin û dê di 30’ê Mijdarê de bi dawî bûbûya, hefteyeke din dirêj kir.
Berdevikê Hikûmeta Yunanistanê Stelyo Petsas dîyar kir ku karantîna giştî dê heta 7’ê Berfanbarê bidome.
Petsas dîyar kir ku jiber ku belavbûna vîrusa korona ranewestîye wan biryareke wisa daye.
Yunanistanê piştî zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona di 7’ê Mijdarê de karantîna giştî ragihandibû û di navbera 21:00 û 05:00 de derketina derve hatibû qedexe kirin.
Jêderên saxlemîyê yên Yunanistanê dîyar dikin ku li wî welatî heta niha 97,288 kes bi vîrusa korona ketine û 1902 kes bi wê mirine.