Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan: Jiber Binavbûna 2 Keştîyên Koçberan bi Dehan Kuştî û Hinda Hene


Dîmeneke ji girava Kythira ya li başûrê Atîna ku keştîyeke koçberan binav bûye, Yunanistan, 6 Cotmeh, 2022.
Dîmeneke ji girava Kythira ya li başûrê Atîna ku keştîyeke koçberan binav bûye, Yunanistan, 6 Cotmeh, 2022.

Nobedarên beravê yên Yunanistanê îro Pêncşemê ragihand ku du keştîyên koçberan di bûyerên cuda de binav bûne û herî kêm 24 koçber mirine û gelek kes ji hinda bûne.

Karbidestên Yunanî dîyar kir ku yek ji keştîyan ku 40 kes tê de bûn, li nêzî girava Lesbosê ya li rojhilata Tirkîyê binav bûye.

Nobedarên beravê ya girava Lesbos da zanîn ku wan 16 termên jinên ciwan yên Afrîqî û xortekî ciwan ji deryayê derxistine.

Nobedaran her wiha got ku 10 jin hatine rizgarkirin, 13 koçberên din jî hinda ne û xebatên lêgerîna wan koçberên hîn jî didome.

Karbidestên Yunanî ragihand ku keştîya duyê ya koçberan çend sed kîlometran ber bi rojava ve, nêzî girava Kythira piştî ku li keviran ketiye û binav bûye.

Herî kêm termên çar koçberan di nav bermahîyên keştîyê de hatine dîtin.

Karbidestan got ku 80 kesên ku ji Îran, Îraq û Afganîstanê ne hatin rizgar kirin, lê lêgerîna 11 kesên hinda berdewam dike.

Girava Kythira bi qasî 400 km li rojavayê Tirkîyê ye û gelek caran qaçaxçî bo derbazbûna Yunanistanê û Îtalyayê wê rêkê bi kar tînin.

Piranîya koçberan ji Tirkîyê tevî xeterîyên mezin bi qaçaxî derbazî Yunanistanê dibin, lê qaçaxçî di mehên dawî de rêgyên nû bi kar tînin ku xwe ji nobedarên deryayî yên Yunanî dûr bixin.

Di navbera Yunanistan û Tirkîyê de ser ewlekarîya koçberan li derya yê de alozîyeke berbiçav berdewam dike.

Atîna cîrana xwe bi rêdana qaçaxçîyan ber bi beravên wê tawanbar dike û dibêje ku Enqere koçberan bi kar tîne ku ser Yekîtîya Ewrupa zexta sîyasî bike.

Tirkîye van îdiayan red dike û Yunanistanê bi rengekî eşkere bi pêkanîna dersînorkirina demûdest ya koçberan tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG