Parlamana Yunanî îro Pêncşemê kirîna 18 jetên şerker yên Fransî erê kir ku Atîna di Îlona borî de plana xurtkirina berevanîya xwe ragihandibû.
Qanûndanerên Fransî di rûniştina îro de erê kir ku 18 firokên şerker yên Rafale werin kirîn ku ji alîyê kompanîya Dassault Aviation ya Fransî têne çêkirin.
Hikûmeta Yunanistanê jiber alozîyên bi Tirkîyê re, biryar da ku di pênc salên were de bona nûjenkirina hêzên xwe yên çekdarî 14 mîlyar dolar veqetîne.
Berdevikê hikûmetê Christos Tarantilis got ku ev program beşeke plana hikûmetê ya xurtkirina hêzên çekdarîyê ku bikaribe pêşî êrîşan bigire.
Tarantilis da zanîn ku ewê hêzên xwe yên bejeyî, deryayî û esmanî xurt bikin û ji artêşê re 15 hezar personelên nû bînin.