Wezîrê Berevanî yê Yunanistanê Nikos Panagiotopoulos îro Sêşemê ragihand ku welatê wî bo danûstandinên bi Tirkîyê re vekirî ye, lê divê Enqere dest bi tevgerandina li gor pîvan û rêgezên bike.
"Em dixwazin bi Tirkîyê re têkilî deynin, gotûbêjan bikin; lê divê Tirkîye li gor pîvanan tevbigere," Panagiotopoulos got.
Wî bi berdewamî got ku divê Tirkîye li gor pîvan û rêgezên xwe tevnegere, bi taybet jî bi rêgezên hêza leşkerî û kiryarên yekalî.
Wezîrê Yunanî Panagiotopoulos ev daxuyanîya îro di preskonferanseke li paytexta welatê xwe Atîna da.