Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan Tedbîrên li Herêmên Turîstîk Berfireh Dike


Hikûmeta Yunanistanê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona bo bar û restoranên li hin herêmên turîstîk biryar da ku ew bi şev werin girtin.

Li gor biryara hikûmetê, bar û restoranên li Mikanos, Santorini, Korfu, Girit, Rodos, Kos û Zakintosê dê ji nîvê şevê heta 07:00 girtî bimînin ku ew der bi şahîyên şevê navdar in.

Ew sînordarkirin dê heta 23’yê Tebaxê bidome.

Wezîrê Saxlemî yê Yunanistanê Vassilis Kikilias dîyar kir ku li welêt hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona bi awayekî xofdar zêde dibe.

Berpirsên hikûmetê dibêjin ku ewê bo kesên ji welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Balkanan tên Yunanistanê hin sînordarkirinan ragihînin.

Herwiha bo rêwîyên ji Belçîka, Çekya, Holanda, Îspanya û Swêdê tên Yunanistanê jî encama testa vîrusa korona ya di 72 saetên dawî de hatiye kirin, tê xwestin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Yunanistanê bi qasî 6000 kes bi vîrusa korona ketine 213 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG