Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guhertina Qanuna Girtîgehan Bandoreke Çawa li Ser Girtîyên Sîyasî Dike?


Daxuyaniyek li ber girtigeha Amedê li bîranina qurbaniyên li zindanê
Daxuyaniyek li ber girtigeha Amedê li bîranina qurbaniyên li zindanê

Li Tirkîye li gorî qanunê, divê girtîyê ku ji cezayên terorê hikum xwariye ji sê çarêkên (4/3) cezayê xwe li girtîgehê temam dike û çarêkek (4/1) ceza mayî jî bi biryara lijneya çavdêr ya girtîgehê dikare were azad kirin.

Lê di meha Nîsanê de bi pakêta înfazê, qanûna infaza tedbirên ceza û ewlehiyê de di madeyên 89 û 107an de guhertin hate çêkirin û erka lijneyên girtîgehan yên ku biryara 'halê baş' dide, hate zêde kirin.

Ev lijne biryara dawî dide jibo girtîyên ji sûcên terorê hikum xwarine. Bi guhertinê êdî dozger dibin serokê lijneya çavdêr ya girtîgehê.

Heta niha di heqê gelek girtîyên ku divîya bên berdan, lijneyên girtîgehan, raporên neyînî amadekirine. Jiber van raporan, girtîyên sîyasî mecbûr dimînin ku cezayê mayî yê ji 4/1 jî li girtîgehê temam bikin.

Yek ji wan girtîyan Ceylan Bozkurt e. Ew nêzî 7 sal in ji doza PKK girtî ye. Di 5ê rebendanê de li hêvîya berdanê bû lê lijneya çavdêr dexwaza wê ya serbest kirinê red kir.

Evuqatê wê Veli Ogurlu da zanîn ku lijne di rapora xwe de gelek hicet nîşan dane, û dibêje ''Gotine ku Ceylan di nav heft salan de ji sucê xwe poşman nebûye, li dijî tecrîda li ser Ocalan gelek caran dest bi çalakiya birçîbûnê kiriye. Jiber van hicetan gihîştine wê encamê ku Ceylan peywendiya xwe bi rêxistinê re qut nekirîye, nebûye îtirafkar û her li dijî biryarên girtîgehê derketîye.''

Ogurlu dîsan got ''Bi guhertina qanunê erka lijneyê zêde kirin û neha lijne weke dadgehan biryaran dide''.

Parlamenterê CHPê û ednamê Komisyona Mafê Mirovan li Parlamena Tirkiye Sezgîn Tanrikulu jî derbarê maxduriyetên ji vê lijneyê anî rojeva parlamenê û daxuyakirin ku ev guhertin dibe sedema bêhiquqûyên mezin.

Raporta Amedê 24 01 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00

XS
SM
MD
LG