Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtîyê Kurd Zulkuf Gezen bo Protestokirina Tecrîdê Dawî li Jîna Xwe Anî


Zulkuf Gezen

Zulkuf Gezenê 30 salî jibo şermezarkirina tecrîda ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tekirdagê dawî li jîyana xwe anî.

Jiber êrîşeke bi ser polîsan, cezayê dirêjîya jînê li Gezen hatibû birîn û 12 sal bûn ku ew girtî bû.

HDP’ê dixwest ku Gezen bi merasîmeke girseyî, roja Duşemê binax bike, lê ser biryareke fermî, polîsan meytê wî bi şev anîn Amedê û tenê hîştin ku ji malbata wî 10 kes ew binax bikin.

"Zulkuf jî di 1ê Adarê dest bi çalakîya birçîbûnê kiribû, lê jiber ku nexweşîya wî zerika reş hebû, hevalên wî nehîştin ji 10 rojan zêdetir dewam bike. Zulkuf, jibo protestokirina tecrîdê dawî li jîyana xwe anîye,” apê wî Ahmet Gezen got.

Serdozgerîya Stenbolê ragihand ku nûçeyên ku dibêjin “Gezen jibo tecrîdê protesto bike xwe kuştîye”, ne rast in.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00

XS
SM
MD
LG