Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê AKP'ê Ozdemîr Mijara Reformên Nû li Tirkîyê û Hilbijartinên Amerîkî Dinîrxîne


Zîver Ozdemîr: Pirsgirêkên Tirkîyê AK Partî Dikare Çereser Bike

Piştî hilbijartinên Amerîkayê li Tirkîyê jî banga reforman hate kirin. Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ewê li ser hin reformên hiqûqî û aborî bisekinin.

Endamê Desteya Bilind ya Şêwirmendîya Seroktîya Tirkîyê Bulent Arinç ser van gotinên reforman di aqaftineke xwe de ragihandibû ku divê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala werin berdan.

Parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Zîver Ozdemîr ji Dengê Amerîka re got ku kêşeya Kurd ji dema Osmanîyan heta niha hatiye û cara yekê jî partîya wan bi wêrekî nêzîkî vê pirsê bûye.

“Li Tirkîyê 50-70 sal in, heta dema Osmanî, ku 150-200 sal in, ti kes dest neavêtîye vê pirsgirêkê. Lê AK Partîyê bi wêrekî çû ser vê pirsgirêkê ku çareser bike.”

Ozdemîr hebûn û serketina partîya xwe bi demokrasî û pêşxistina mafên mirovan re yek dibîne.

“AK Partî li Tirkîyê bi pêşxistina demokrasîyê, parastina mafê mirovan, pêşxistina aborî û xizmeta gel ve ser ket. Ya rastî ev çend salên dawî de em sîyasetmedarên ku di nav AK Partîyê de sîyaset dikin gelek ne wekî dilê me ye. Sîyasetên dema berê û yên dawî hevdu nagirin.”

Ozdemîr bawer dike ku li Amerîka kî bibe rêvebir ferq nake jiber ku sîyaseteke Amerîka heye ku ew tim di jîyanê de ye.

ED_25_11_2020_AKP_Zîver_Ozdemîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:37 0:00

XS
SM
MD
LG