Lijêr dirûşa "Efrîn nasnameya xwînê û ezmûna jiyanê ye", 6‘emîn fistevala Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li navenda hevgirtinê ya li Qamişlo dest pê dikir.
Piştî xwendina gotina desteya çandê ya kantona Cizîrê û gotina Pêşzwazîyê ya HRRK koma YARA ya mûzîkê ku ji hunermendên Efrînê pêktê, çend stran pêşkêşkirin.
Endamê Komîteya amadekar helbestvanê kurd yê navdar Ehmedê Huseyînî ji Dengê Amarîka re dibêje ku yek ji giringtrîn armancên fistevalê eve ku çanda lihevguhdarkirinê di nav rewşenbîran de li Rojava were çesipandin.
Li gorî komîteya amadekar ya mihrîcanê ku wê ser dirêjahîya 5 rojan dirêj bike , têde wê semîner,panêl,helbest, pêşingeha şêwekarîyê, û nîşandana Filman hebe.
Nivîskar û cîroknivîsê kurd Xoşman Qado ji dengê Amerîka re eşkere kir ku di roja Dawî de wê xelata HRRK ya afirandinê were ragihandin.