Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag got ku ewê serdana Sûrîyê bike.
Ozdag dîyar kir ku ewê bi şandeyekê here Şam ya paytexta Sûrîyê.
‘’Emê ji Partîya Zaferê 4 kes di hefteya duyê ya Tîrmehê de herin Şamê. Çi hewce bû me kir. Emê herin Sûrîyê û li welatê wan bibînin û nîşan bidin ku jîyan çawa veguherîye asta normal.
Partîya Zaferê bi gotinên xwe yên dijî penaberên Sûrî û partîyên bi piştgirîya Kurdan tê nas kirin.
Ew partî dibêje ku kapasîteya Tirkîyê têra xwedîkirina bi mîlyonan koçberên Sûrî nake û sîyaseta xwe jibo vegerin Sûrîyê dimeşîne.
Jêder: Twitter