Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Biryara Destdayîna Ser Rêvebirîya Rojnama Zaman Dide


Di vê wêneya arşîvê de alîgirên Zaman giwaştinên ser rojnamê protesto dikin
Di vê wêneya arşîvê de alîgirên Zaman giwaştinên ser rojnamê protesto dikin

Ajansa AFP radigihîne ku di vê demê de ku hawarên ser azadîya ramanê bilin dibin, dadgeheke Stenbolê îro biryar da ku dest deyne ser rêvebirîya rojnameyeke Tirk ya dijberê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.

AFP ji ajansa nûçeyan ya devletê Anatolyayê ragihand, li ser daxwaza dozgerên Stenbolê dadgehê biryar daye ku rêvebirîya rojnameya Zaman, ku bi nêzîk ve girêdayî neyarê Erdogan mela Fethullah Gulen e, bikeve bin kontrola destekeye taybet ya hikûmetê.

Derbarê biryara dadgehê çi daxuyanîyên lezgîn yên fermî peyda nebûn.

Analîst dibêjên wateya vê bizavê ev e ku dadgeh jibo rêvebirina rojnameyê dê rêveberîyek nû nîşan bike û hêvî ev e ku xeta edîtoryal biguhure.

Piştî biryara dadgehê bi dehan alîgir li derveyî avahîyên rojnameyê li Stenbol kom bûn û li benda hêzên evlekarîyê man.

Li gor wêneyên zîndî li ser televîzyona Samanyolu ya nêzîkî Gulen hatî weşandin, pankarteke di destê xwepêşevanekî da digot “em dê jibo çapemenîyeke azad bitekoşin.”

Gulen jiber doza ku ji alîyê karbidestên sekûler yên berê ve dijî wî hatî vekirin, ji sala 1999an vir ve li Welatên Yekbûyî yên Amerîka dijî. Tirkîyê ji Amerîkayê xwest ku wî radest bike, lê Washington heta niha ew daxwaz nepejirandiye.

Herçend li derveyê Tirkîyê jî bijî, Gulen bi alikarîya polîs, dadgeh çapemenî û berjewendîyên aborî û toreke mezin ya dibistanan, bandoreke gelek mezin li Tirkîyê çêkirîye.

Enqere niha Fehullah Gulen bi rêvebirina rêxistinekê neqanûnî ya bi navê Sazîya Terorê ya Fethullahî/Avahîya Devleta Parelel tawanbar dike ku dixwaze rayedarên rewa yên Tirkîyê biruxîne.

Alîgirên Gulen wan tawanan herwekî pêkenokên pûç rexne dikin û dibêjên tiştê ku ew dike rêvebirina grubeke nefermî ya ku bi navê Xizmet tê zanîn.

Girtina rojnameyê ji alîyê devletê ve di demek fikarên derbarê azadîya ramanê di bin rêvebirîya Erdogan da bilin dibin, çêdibe.

Seredîtorê rojnameya Cumhurîyetê Can Dundar û nûnerê buroya Enqerê, Erdem Gul, piştî ku sê mehan li girtîgehê da bûn, jiber çapkirina sirên devletê, li ser biryara dadgeha herî bilind ya Tirkîyê hefteya çûyî hatin berdan

XS
SM
MD
LG