Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanayekê Navokî yê Îranê Hate Kuştin


Zanayekê Navokî yê Îranê Hate Kuştin
Zanayekê Navokî yê Îranê Hate Kuştin

Îran dibêjit li du peqînêt cuda li Tehrana paytext, zanayekê navdar yê navokî hate kuştin û yekê dî hate birîndar kirin.

Wezareta Derve ya Îranê zû ew hêriş tawanbar kir û kire binasên ajansên sîxuriyê yên Amerîka û Îsraîlê.

Destgehên ragehandina dewleta Îranê dibêjin spêda roja Duşembî, hêrişkaran be motorisîkalan hêriş kire ser zanayan demê di çûne ser karê xwe li zanîngeha Şehîd Beheştî li bakura Tehranê.

Li yek li wan peqînan, zanayê navokî yê Îranê Mecîd Şehiryarî hate kuştin û xanima wî birîndar bu, ku digel de bu di otombîlê de. Li peqîna dî, zanayê navokî Fireydun Ebbasî birîndar bu ku bo nexweşxanê hate vegohaztin. Xanima wî ji birîndar bu.

Li salên vê dawiyê, bi kêmî ve du zanayên navokî yên Îranê bi destê hêrişkaran hatine kuştin.

Welatên rojava, Îranê xetabar diken ku bizavê dike teknolociya navokî bi dest bîne da çekên navokî çêke. Tehran vê gotinê înkar dike.

XS
SM
MD
LG