Doza 22 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, ku bi "propagandaya rêxistina terorî" tên tawanbar kirin roja Çarşemê destpê dike.
Komek xwendekarên li Zanîngeha Bogazîçî, piştî Artêşa Tirkîyê ketibû Efrînê, di 19'ê Adarê de bi pankarta "Loqima Efrînê" loqim belav kiribû.
XwendeKarên ku ew kom bi pankarta "Loqima Komkujî û Dagirkerîyê Nabe" protesto kirin, ji alîyê polîs ve hatin desteser kirin.
Ji 22 xwendekarên hatine desteser kirin, 14 hatin girtin û ketin Girtîgeha Bakirkoy û Girtîgeha Sîlîvrî.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser xwendekarên hatine girtin gotibû ku ewê mafên xwendinê nedin wan.