Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanyarê “Winda Bûyî” yê Îranî li Washington e


Şehram Amîrî
Şehram Amîrî

Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton dibêjit zanyarekê navokî yê Îranê ku çûbû pişka berjewendiyêt Îranê li balyozxana Pakistanê li Washington li dîv daxwaza xwe li Amerîka bû û yê azad e vegerêtev Îranê.

Îranê got bû ku Amerîkayê, Sharam Amîrî revand bû.

Clinton roja Sêşembî got Amîrî li dîv daxwaza xwe li Amerîka bû û yê azad e vegerêtev Îranê. Wê got biryar bû roja Dûşembî vegerêtev Îranê lê hemî karûbarêt xwe bo çûnê amade ne kirbûn.

Amîrî , zanayekê navokî ku jiyê wê di 30-salî an de ye, li heyva şeş sala 2009 bê serûşîn çû. Îran dibêjit, Amîrî teslîmî karmendêt agehîyêt Amerîkî hatbû kirin demê bi seredan çûye Arabistana Sa'ûdî. Amerîka înkar kirye ku Amîrî revand bit.

Televizyona dewleta Îranê dibêjit Amîrî roja Sêşembî bi telefonê gote peyamnêrekî ku revandina wî şermizarî ye bo Amerîka. Amîrî ne got ka çewa çûbû pişka berjewendiyên Îranê li balyozxana Pakistanê.

Peyvdarê wizareta derve ya Amerîka P.J. Crowley roja Sêşembî got wî hay lê nîne ku bedreftarî digel Amîrî hatbite kirin.

XS
SM
MD
LG