Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zerîf Serokê Amerîka ji "Xefka" Îsraîlê Hîşyar Dike


Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf
Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro Şêmîyê bang li serokê Amerîka Donald Trump kir da ku nekevê nav "xefka" Îsraîlê ku bi êrîşkirina hêzên Amerîkî yên li Îraqê plana derxistina şereke armanc dike.

Zerîf li ser Twitter ragihand ku îstixbarata nû ya ji Îraqê diyar dike ku sixur-provakatorên Îsraîlê dijî Amerîkîyan êrîşan pêk tînin. Ew, Trumpê ku diçe, bi van êrîşan dikin nava şereke sexte.

"Hay ji xefkekê hebe. Her agirbestek dê paşve bi şewazeke xirab veger e," Zerîf nivîsand.

Zerîf di salvegera kuştina generalê payebilind yê Îranî Qasim Silemanî ya di êrîşeke esmanî li Îraqê ji hêla Amerîka de, ev hişyarî ragihand.

Îsraîlê heya niha li ser vê daxuyanîya Zerîf ti şîrove dîyar nekirîye.

Waşinton jibo êrişên dijî navendên Amerîka yên li Îraqê, tevî yên nezî balyozxaneya Amerîka mîlîsê bi piştgirî ya Îranê tawanbar dike.

Ti komên ku tê zanîn ku Îran piştgirî dide berpirsiyarîya wan êrîşan negirtîye ser xwe.

General Îsmaîl Qaanî yê ku şuna Silêmanî de wek serfermandarê hêzên Quds yên Îranî hatibû erkdar kirin, roja Înêyê gotibû ku Îran hîn jî bo bersîvdanê amade ye.

Artêşa Amerîkî roja Çarşemê bi armanca peyameke hîşyarkirina Îranê, du balafirên bombebaranên navokî yên bi navê B-52 li Rojhilata Navîn firand, lê piştre balfir ji wê herêmê veqetîyan.

XS
SM
MD
LG