Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyona Îsraîlê li Ser Karvekişîna Javad Zarîf


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi rêya twîterê bi zimanê Îbrî derbarê dest ji kar vekişîna wezîrê derve yê Îranê Mohammad Javad Zarif twîtek weşand û got "Zarif çû", Netanyahu dîsan got "çendî ez li vir bim, Îran nabe xwedî çekê navokî".

Netanyahu Îranê weke gefa herî mezin li ser Îsrailê dibîne. Netanyahu derbarê kanê çima Îran gefa sereke ye li dij Îsraîlê, daxûyaniyên Îranê yên berdewam ku dibêje, ewê Îsraîlê jinav bibe, bernama wê ya navokî û piştevaniya wê ya grubên tundrê weke belge nîşan dan.

Li vê dawiyê Îsraîlê li dij armanc û çalakiyên Îranê li Sûriyê çendîn êrîş pêk anîne.

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo êvariya Duşemê bi rêya twîtekê da zanîn ku Zarif karvekişîna xwe daye û got, em bibînin kanê Zarif û Ruhanî rûyên pêşî yên mafiya olî ya gendel in li Îranê.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Mohammad Javad Zarif yek ji berpirs û siyasetvanên di asta bilind de ye li Îranê. Zarif rolekê sereke hebû di peymana bernama navokî ya Îranê de li gel welatên bihêz li cîhanê. Piştî 5 sal nîvan Zarif roja Duşemê dest ji kar vekişêna xwe pêşkeş kir, lê li gor hin ajansan nayê zanîn kanê Ruhanî bi temamî dê karvekişîna Zarif qebûl bike yan na.

Ajansa IRNA ragihand ku Zarif bi rêya Înstagramê karvekişîna xwe pêşkeş kirîye.

XS
SM
MD
LG