Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îranê Serdana Libnanê Dike


Wezîrê derve yê Îranê dibêje welatê wî amade ye hevrêziyê li gel hikûmeta nû ya Libnanê bike û alîkariya hemî pêkhateyên wê bike.

Mihemed Cewad Zerîf îro Yekşemê piştî gihiştina firokxaneya Beyrûta paytexta Libnanê li gel peyamnêran axivî.

Serdana Zerîf a du rojan tê çend rojan piştî ku serkirdeyê partiya Hizbullah a Libnanî Hesen Nesrella bang li hikûmetê kir ku erê bike li ser wergirtina çekên dijî firokan ji Îranê û her wiha elektirîkê û dermanan jî.

Piştî valahiyeke neh mehan, Libnanê hefteya borî hikûmeteke nû damezirand û sê wezîrên Hizbullah tê de cih girtin.

Zerîf hikûmeta nû li siyasetmedarên Libnanî pîroz kir û got Îran amade ye bi her şêweyekî alîkariya hikûmeta nû bike. Ew di vê serdana xwe de li gel serok û serokwezîr û wezîrê derve yê Libnanê kom dibe.

XS
SM
MD
LG