Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Trump Şaş e Eger Hizir Dike ku Wê Hikûmeta Tehranê Hilweşe


ًWezîrê derve yê Îranê îro Şemiyê got serokê Amerîka şîreteke xerab werdigre eger bawer bike ku helmeta “fişara herî tund” a Amerîka li dijî welatê wî wê bihêle hikûmeta Tehranê hilweşe.

Wezîr Mihemed Cewad Zerîf di konferansa Miyûnix a ewlekariyê de ji hejmarek berpirsên berevanî û diplomatan re got agahiyên ku hatibûn dayîn bo Trump hîştin ew daxwazên hin serkirdeyên ku xwestinî navberiyê di navbera Waşinton û Tehranê de bikin, red bike.

Zerîf got:

“Serok Trump hatibû razîkirin ku em li ber hilweşandinê ne, loma ew naxwaze bi rêjîmeke ku ber bi hilweşandinê ve diçe, biaxive.”

Wî got ew bawer dike ku Trump rawêjkarên baş nînin.

Zerîf her wiha got kuştina general Qasim Sulêmanî bi firokên bê firokvan ên Amerîka, şaşiyeka Amerîka bû ku piştgirî ji bo Îranê peyda kir ji dêvla ku fişarê bide ser wê.

XS
SM
MD
LG