Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf, berî hilcivîna Tirkîye, Rûsya û Îranê serdana Şamê kir.
Zarîf, bi Serokê Sûrîyê Beşar Esad, Serokwezîre Sûrîyê Îmad Hamîs û Wezîrê Derve yê Sûrîyê Velîd Muallîm re hevdîtin pêk anîn.
Wezareta Derve ya Sûrîyê da zanîn ku Zarîf û Muallîm bo hazirîya hilcivîna her sê dewlet ser rewşa siyasî û leşkerî axifîne.
Ajansa Fars ya Îranê dîyar kir ku Zarîf gotiye ku divê hemî axa Sûrîyê were parastin û hemî kom û mezheb bi hevkarîyê jinûve dest bi avakirinê bikin.
‘’Îdlib divê ji terorîstan were paqij kirin û ew herêm divê jinûve bikeve destê gelê Sûrîyê’’ Zarîf got.
Ofîsa Beşar Esad jî ragihand ku her du alîyan dîyar dikin ku zextên welatên rojava yên li ser Sûrîyê û Tehranê dê rê li ber desthilata her du dewlet negire.