Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarîf: Ti Peywendîya Îran û Êrîşa Dijî Aramco Tune


Wezîrê Derve ye Îranê Cevad Zarîf dîyar kir ku berpirsa êrîşa dijî navendên petrolê yên Erebistana Saudî ne Îran e.

Zarîf li New Yorkê ji kanala CBS re da zanîn ku ger Neteweyên Yekbûyî (NY) lêkolîneke serbixwe bike wê eşkere bibe ku ti peywendîya Îran û êrîşa dijî kompanîya Aramco tune.

Wî îdia kir ku hin kesên li dora Serokê Amerîka Donald Trump bo ew bi Îranê şer bike şaş tê aghadar kirin û got ku ‘’Ji Trump re berpirsên ewlekarîyê yên rastî û derewan ji hev derdixin hewce ne’’

Berpirsîya êrîşa dijî navendên petrolê yên Erebistana Saudî, Husiyên Şîa yên Yemenê girtibûn ser xwe, lê Amerîka û welatên Ewrupa didin zanîn ku berpirsê êrîşê Îran e.

XS
SM
MD
LG