Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Peyva "Kurdistan" Zarok TV  Tê Cezakirin


Zarok TV
Zarok TV

Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê li Tirkiyê (RTUK) ceza li Zarok TV û bernameya wê birî ji ber ku di nav du stranan de peyva Kurdistanê derbas dibe.

Stranên ku hatine destnîşankirin "Gula min Cizra Botan e" û "Kurdistan Pir Şêrîne" ne.

RTUK jibo hiceta cezayê dibêje "Rêxistinên terorê jibo qeyîmkirina hêz û îdyolojiya xwe gelek caran ji bilî çekan weşanên televizyonan jî dikin armanca propagandayên xwe. Komara Tirkiyê peyva Kurdistanê qebûl nake û hatiye dîtin ku di van stranan de pesna Kurdistanê didin. Ku weke navê herêmek tê bikaranîn."

RTUK di dewamiyê de îdia dike naveroka bernamê xizmet û propagandaya rêxistina terorê dike û zarokan jî weke amûr bikar tînin.

"Ne kanal ne jî weşan navê ku pesnê terorê bidin û wan bihêz û mafdar nîşan bidin. Jiber binpêkirina vê qaydeyê cezayê 5 caran rawestandina bernameyan û yê pere li Zarok TV hatiye birîn."

Xwediyê televizyona Zarok TV Behçet Sevim ji Dengê Amerîka re axivî û dibêje "Serokomarê Tirkiyê jî gelek caran peyva Kurdistanê bikar anîye. Niyetek xerab di pişt vê cezayê de heye."

Ew dibêje Zarok TV jibo Kurdan ferze û valahiyek mezin dagirtiye.

Hun dikarin ahagiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00

XS
SM
MD
LG