Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina Mîhraç Mîroglu Ket Rojeva Meclisa Enqerê


Wesayîta Zirxî ya polîsan roja înê li navça Hezex (İdil) ya Mêrdînê li Mîhraç Miroglu yê 7 salî qelibî û ew kuşt.

Bavê Mîhraç, Salih Mîroglu da zanîn kurê wî jibo nan bistîne ji malê derketîye û bi paysiklêtê çûye firinê lê du kuçe li pişt xaniyê wan wesayîta polîsan lêdaye û ew kuştîye.

Şeş zarokên Nazife û Salih hene ku Mihraç zarokê wan ê biçuk bû.

Salih Miroglu daxuyakirin ku Waliyê Şirnexê digel qeymeqam û midurê emniyete hatine ba wan.

''Min ji Walî re got dilê me şewitîye jibo dilê kesên din neşewitin tedbîran bigrin. Polîsên ne xwedan tecrûbe nedin ser wesayîtan.''

Hêjayî gotinê ye ku mirina Mihraç bi pirisiyarnameya parlamenterê HDP Omer Faruk Gergerlioglu hate rojeva parlamenê. Xwest wezîr bersiv bide ka polîs li ser kar e an lêpirsîn vebuye?

Mîhraç Salih Mîroglu zarokê di qezaya trafîkê de li Hezex ji aliyê otombîla polîsan de hatî kuştin
Mîhraç Salih Mîroglu zarokê di qezaya trafîkê de li Hezex ji aliyê otombîla polîsan de hatî kuştin

Parlamenterê HDP îfade kir piraniya mirinên ji wesayîtên zirxî li bajarên Kurdan rû didin. Kujer jî nahyên cezakirin.

Wî xwest wezaret bersiv bide, di nav 10 salên dawî de çend polîsên ku bûne sedema mirinan hîn jî, li ser kar in?

Hevserokê HDPê Mithat Sancar jî bi telefonê sersaxî da malbatê.

Baroya Diyarbekirê jî li ser kuştina Miharcê zarok daxuyaniyek belav kir û da zanîn di warê hiqûqî de ewê piştigriya malbatê bikin.

Baro îdia kir dezgehên fermî jibo pêşiya van buyeran bigrin tedbîran nastînin ku hejmara zêde ya buyeran jî nişan dide vê yeke jixwe re nakin xem.

Hêjayî gotinê ye ku Komela Mafê Mirovan İHD di sala 2019an de li ser mirinên ji wesayitên zirxî raporek amade kiribû.

Li gorî raporê bi taybetî li bajarên Kurdan di nava 10 salan de 36 welatî hatin kuştin ku 16 zarok bûn. 14 kes li Diyarbekir û naçveyên wê, 10 kes jî li Şirnex û navçeyên wê bûne.

Raporta Amed-Diyarbekirê 05 09 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00

XS
SM
MD
LG