Karbidestên Qirgizistanê bi dehan zarokên hemwelatîyên wan yên bo tevlî komên tundrê bibin çûbûn Îraq û Sûrîyê bi şûnde vegerandin.
79 zarokên hemwelatîyên Qirgizistanê, di çarçoveya mîsyona bi navê ‘’Meerim’’ (Qencî) de, bi firokeke taybet do Sêşemê li Frîngeha Manas ya Bîşkekê peya bûn.
Bi sedan jinên li Asya Navîn piştî ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) hat têk birin li girtîgehên Îraqê û li kampên li Sûrîyê neçar man. Tê texmîn kirin hevjînên wan jinan di girtîgehê de ne yan ew hatine kuştin.
Wezareta Derve ye Qirqizistanê dîyar kir ku wan ew zarok bi razîbûna dayikên wan anînên welêt û da zanîn ku wan piştrast kiriye nasên wan dê di mezinkirina wan de alîkarîyê bikin.
Ew operasyon bi alîkarîya Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Heyva Sor ya Qirgizistanê li dar ket.
UNICEF’ê jiber vegerandina zarokan spasîya hikûmet Qirgiz kir ku û Heyva Sor ya Qirgizistanê jî li ser Facebookê ‘’Zarok bi tenê zarok in’’ nivîsî û da zanîn ku ew bi ti awayî ne sûcdar in.
150’yê wan jin, pirtir ji 800 Qirgiz bo tevlî komên tundrê yên wek DAIŞ bibin çûbûn Îraq û Sûrîyê.