Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Zimanê Dayikê de Dehan Mamosteyên Zarokîstanê Bêkar In


Hevşaredarê Dîyarbekirê Firat Anli li Zarokistanê bi zarokan re
Hevşaredarê Dîyarbekirê Firat Anli li Zarokistanê bi zarokan re

Şaredarîyên DBP’ê, jibo perwerdehîya bi zimanê Kurdî bi navê Zarokistanê, baxçeyên zarokan vekiribûn û bi hezaran zarok bi zimanê Kurdî fêr dibûn.

Piştî ku hikûmetê dest dana ser şaradarîyên DBP’ê, gelek mamoste bê hicet ji kar hatin derxistin û ji wan 47 li Amedê pêk hatin.

Şerîf Derînce, berî tayinkirina kayuman, rêvebirê zarokistanan bû, lê ew jî berîya çend mehan ji kar hat derxistin.

"Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat girtin, hemî şaxên Kurdî-Der’ê hatin girtin. Piştî kayuman dest bi kar kir, karê wan yê yekê girtina komelên xebatên çand û zimanê Kurdî bûn," Derînce got.

Derînce dide zanîn ku Zarokistan nayên girtin, lê bi zimanê Tirkî dê perwerde were dayîn.

"Bi sedan kreşên teybet û dewletê hene ku bi Tirkî perwerdê didin, tenê li Zarokistana perwerdeya zimanê Kurdî hebû ku zarok bi mufredatek gerdûnî dihatin perwde kirin.”

Derînce bal dikşîne ku di roja zimanê dayikê de ji kar derxistina mamosteyên Kurdî biryareke îdyolojîk e.

Derînce xuya kir ku bi girtina kreşên Kurdî, herwisa ji kar derxistina mamosteyan, dijî mafê ziman, perwerdê û mafê mirovan e.

KHF_2_21_17_Zarokistan
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:10 0:00

XS
SM
MD
LG