Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarrab: Min 45-50 Mîlyon Euro Bertîl Daye Wezîrekî Tirkîyê yê Berê


Karsazê Tirk Reza Zarrab, ku li xwe mikur hat ku ambargoyên Amerîka yên dijî Îranê şikandine, dîyar kir ku bi qasî 45-50 mîlyon Euro bertîl daye Wezîrê Aborî yê Tirkîyê yê berê Zafer Çaglayan.

Zarrab, li Dadgeha Federal ya Başûrê New Yorkê, di doza Cîgirê Berpirsê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla de wek şahid diaxife.

Ser pirsa ‘’Tu li kû dimînî?’’ Zarrab dîyar kir ew du hefte ne di bin çavdêrîya Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) de, li Metropolitan Detention Center (MCC) ya Broklyn dimîne.

Zarrab di îfadeya xwe de peywendîyên bi Serokomarê Îranê yê berê Mahmud Ahmedînejad û Bankaya Navendî ya Îranê re jî qebûl kir.

Reza Zarrab da zanîn ku Aktîf Bankê serlêdana wî ya bo vekirina hesabekî red kiriye, lê wî bi saya Wezîrê Yekîtîya Ewrupa yê Tirkîyê yê berê Egemen Bagiş ew hesab vekiriye.

Rojnamevanên ku dozê dişopînin ji ser Twitterê radigihînin ku Zarrab, hemî pirsan bi hûrgilîyan dibersivîne.

Zarrab dîyar dike ku gelek sazîyên Îranê bi Halkbank ya Tirkîyê re hevkarîyê dikin.

XS
SM
MD
LG