Karsazê Tirk yê girtî Riza Sarraf (Reza Rarrab) di rûniştina îro ya doza şikandina ambargoya Amerîka û Neteweyên Yekbûyî ya dijî Îranê de, got ku Serokwezîrê Tirkîyê wê demê, Recep Tayyîp Erdogan bi xwe rola bankayên Tirkî erê kiriye.
“Serokwezîrê hîngê Recep Tayyîp Erdogan [...], bi xwe ferman dabû ku Ziraat Bankasi û Vakif Bank dest bi bazirganî bikin,” Sarraf di îfadeya xwe de got.
Tawanên Sarraf gelek girîng jiber ku Tirkîye hevalbenda Amerîka û endama NATO ye û bingeheke esmanî ya Amerîkî ku dijê DAIŞ'ê tê xebitandin, li wî welatî ye.
Sarraf bi eslê xwe Îranî ye, lê di heman demê de hemwelatîyê Tirkîyê jî. Ew tê dadgeh kirin, bi sedema ku bi rêkên neqanûnî ambargoya ser Îranê şikandiye.
Dozger, Sarraf sucdar dikin ku bi rêka şîrketên xwe alîkarîya Tirkîyê kiriye ku bi dizî gaz û petrola Îranê bikire.
Di dozê de cîgirê serokê Halk Bankasi Mehmet Hakan Atilla tê darizandin ku banka xwe bo tîcareta zêr kar anîye ku Îran bikaribe deynên xwe yên navnetewî bi dahatîyên firotina gaz û petrolê bide.