Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çiya Emîn: Di Topbarana Tirkiyê de 8 Geştiyar Hatine Kuştin Û 25 Birîndar In


Nexweşxana Zaxo, 20 07 2022
Nexweşxana Zaxo, 20 07 2022

Roja Çarşemê dema ku nêzî 200 geştiyarên ji Bexda û Herêmên Naverasta Îraqê bi armanca geştiyarî hatbûn herêma qeza Zaxo ya girêdayî parêzgeha Duhok, li havîngeha "Perex" ê ya nêzî Şeraniş rastî êrîşeke topxana Tirkiyê hatin di encam de 8 kesan jiyana xwe ji dest daye ku di nav de zarokek jî heye û 25 kes birîndar bûne.

Di têkiliyeke Telefonî de bo Dengê Amerîka Çiya Emîn Rêveberê Tûrîzma Qeza Zaxo got: "Serê vê sibê grûpek geştiyaran ku xelkê Bexdayê bûn, serdana havîngehên sinorên Îdareya serbixwe ya Zaxo kirbûn. Grûpek nêzî 200 kesan bûn. Li havîngeha 'Perex'ê ku di kevîte sinorê nahiya Derkarê. "

Çiya dibêje lê "Bi mibainî ve, ji layê hikûmeta Tirkiyê ve hatine bordûman kirin û egerê bordomanê jî heta nuke nediyar."

Çiya Emîn tekez dike ku di topbaran Tirkiyê de ya li dij havîngeha Perexê encam dayî 8 geştiyaran jiyana xwe ji dest daye ku di nav de zarokek heye û herwiha 25 kes jî birîndar bûne.

Nexweşxana Zaxo, 20 07 2022
Nexweşxana Zaxo, 20 07 2022

Qurbaniyên topbarana Tirkiyê hatine veguhastin bo nexweşxaneya bajarê Zaxo, Nûçegihanê Dengê Amerîka ku li nexweşxanê amade bûbû ragihand ku birîndar niha li nexweşxanê tên derman kirin û hemî karmendên tendirûstî yên bajarê Zaxo seferber bûne bo çareseriya birîndaran, tîmên saxlemî, dixtor û peristyar ji bajarê Duhok jî tên bo alîkariya birîndaran.

Rêveberê Geştiyariyê li Zaxo Çiya Emîn dibêje, Tirkiyê hebûn çekdarên PKK li herêmê weke behane nîşan dane. Dide zanîn ku mixabin heta niha hikûmeta Îraqê nekarîye rê li ber Tirkiyê bigire ku hem ewlekariya Herêma Kurdistanê û hem jî ewlekariya Îraqê ji Tirkiyê biparêze.

Çiya got ku heta vê kêlikê ti daxuyaniyek fermî ne ji hikûmeta herêmê û ne jî, ji hikûmeta Bexdayê derneketine.

Nexweşxana Zaxo, dema gehiştina qurbaniyên topbarana Tirkiyê ku 8 kuştî hene û 25 geştiyar jî birîîndar bûne
Nexweşxana Zaxo, dema gehiştina qurbaniyên topbarana Tirkiyê ku 8 kuştî hene û 25 geştiyar jî birîîndar bûne

Ji hejî bîrxistinê ye ku bi domdarî Tirkiye herêmên sinorî ku sivîl lê hene bi behaneya ku çekdarên PKKê û bingehên wan li wan herêman hene sivîlan aramnc digire û bi 10an sivîl heta niha bûne qurbanê nakokoiyên di navbera Gerîlayên PKKê û yekîneyên artêşa Tirkiyê.

Berpirsên Herêma Kurdistanê gelek caran gotîye ku ew hêvî dikin herêmên wan, gundewarên herêmê û sivîl nebin qurbanê nakokî û şerên di navbera Tirkiyê û gerîlayên PKKê de.

Hevpeyvîn li Gel Çiya Emîn Derbarê Tobarana Tikriyê û Kuştina Geştiyaran û Birîndar kirina Wan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG