New Zealand nêzî sitandina pirtir vaksînên vîrusa korona bûye.
Dibe ku New Zealanda vê hefteyê peymaneke nû ya vaksînan ragihîne.
Wezîrê bo Têkoşîna Dijî COVID-19 Chris Hipkins îro Sêşemê ragihand ku ew dijî cureya Delta li ber xwe didin.
Hipkins da zanîn ku wan bi çend dewletan re danûstandin kirine, lê wan hîn dîyar nekiriye ku ewê peymanê çi çax çêkin û kînga ragihînin.
Wî ji radyoya Newstalk ZB re got ku dê welatî nûçeyên baş bibihîsin.
Hejmara pêketinên rojane yên li New Zealandê ji 29’ê Tebaxê vir ve ji 85’an daketiye 20’an.
Serokwezîra New Zealandê Jacinda Ardern do Duşemê sînordakirinên li seranserê welêt sivik kirin.
New Zealand Hazirîya Peymaneke Vaksînê Dike
