Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New Zealand jiber Pêketinên Nû yên Korona Hilbijartina Giştî Paş Dixe


Serokwezîra New Zealandê Jacinda Ardern
Serokwezîra New Zealandê Jacinda Ardern

Hikûmeta New Zealandê ser zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona hilbijartinên giştî mehek paş xist.

Serokwezîra New Zealandê Jacinda Ardern dîyar kir ku hilbijartinên ku li ber bû di 19’ê Îlonê de li dar ketana dê di 17’ê Cotmehê de çêbin.

Ardern da zanîn ku di vê demê de partî dikarin kempeynên xwe li gor rewişa nû biguherînin.

Partîya Neteweyî ya li rikeberîyê dabû zanîn ku sînordarkirinên ser kempeynên hilbijartinê bo Jacinda Ardernê avantajê çêdikin û xwestibûn ku hilbijartin werin paş xistin.

Li New Zealandê bi qasî sê mehan ti pêketina nû ya vîrusa korona nehatibû tespît kirin, lê di rojên borî de jiber pêketinên nû yên li Aucklandê, ku bajarê herî mezin yê welêt e, hin tedbîr jinûve hatibûn berfireh kirin.

Berpirsên saxlemîyê dibêjin ku tevî pêketinên dawî li Aucklandê hejmara pêketîyan rabûye 58’an.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li New Zealandê heta niha bi qasî 1700 kes bi vîrusa korona ketine û 22 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

New Zealandê li gor jimareke dewletan zû dest bi tedbîrên karantînê kiribû, sînorên xwe girtibûn û bi awayekî çalak testên vîrusa korona û temas şopandibû.

XS
SM
MD
LG