Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Zehra Dogan Hate Berdan


Zehra Dogan

Rojnameger û hunermend Zehra Dogan, dema ku edîtora JinNewsê bû, di qedexa derketina derve ya Nisêbînê de li wir nûçeyan amade dikir. Herwiha li ser jiyana di bin qedexe û pevçûnan de wêneyan xêz dikir. Lê jiber van nûçe û wêneyan Zehra Dogan bi tawana propagandaya rêxistina terorê hat girtin û nêzî du sala girtî ma.

Dogan roja yekşemê ji girtîgeha jinan ya Tarsûsê serbest hat berdan.

Dogan piştî hat berdan bi rêya telefonê hizir û hestên xwe ji dengdarên Dengê Amerika re anî ziman.

Ew dibêje dema li hundir bû hevalên wê yên li derve jibîra wê dernediketin lê niha hemî hevalên wê ku li girtîgehê ne ji hişê wê derakevin.

Herî zêde jî jibo Sîsê Bîngola 86 salî û zarokên biçûk yên ku nizanin dar û gul û xwelî çiye xemgîn dibe.

Zehra Dogan dema girtî bû gelek xelatên navnetewî wergirtin. Herwiha hunermendê İngiliz Banksy, jibo girtina Zehra Dogan protesto bike li Newyorkê li taxek navdar resmê Zehra Dogan hêz kir.

Hun dikarin agahiyên zêdetir ji dengê Zehra Dogan gohdar li ser fayla deng gohdar bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:32 0:00

XS
SM
MD
LG