Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Zehra Dogan li Amedê Hat Girtin


Edîtora Ajansa Nuçeyan ya Jinan (JINHA), Zehra Dogan jiber parvekirinên xwe yên medya civakî û raportên xwe yên derbarê qedexa li ser Nisêbînê, bi îdiaya propagandaya rêxistina terorê hat girtin.

Di 2’yê Hezîranê de, Dadgeha Cezaya Giran 2 sal û 11 meh û 22 roj cezayê hepsê li wê hatibû birîn.

Dogan ji sala 2012’an vir ve di ajansa JINHA de ku di Cotmehê de bi biryarnameya bi desthilata qanûnê de (KHK) de hatibû girtin, wek peyamhinêr û edîtor dixebitî.

Berîya vê girtinê, Dogan di Tîrmheha 2016’an de bi îdiaya ku hem endama rêxstina terorê ye, hem jî propagandaya rêxistinê kiriye û li ser medya civakî wêne, nûçe û dimen parve kirine, hatibû girtin û çar meh û nîv girtî mabû lê di rûniştina yeke ya dozê de di hatibû berdan.

“Parvekirinên Zehra yên medya civakî di nav îdianameya dozê de ci negirt, lê dema ceza li Zehra birin, parvekirinê wê jî weke hicet nişan dan û ew jî bûn sedema girtina wê. Emê dozê bibin Dadgeha Bilind,” Awuqatê Dogan’ê, Kamuran Tanhan got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Dogan dema ku çar meh û nîv li zindanê me, 60 wêne çêkiribûn û piştî ku hatibû berdan, pêşengeheke bi navê "141" li dar xistibû.

KHF_6_13_17_Z_Dogan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00

XS
SM
MD
LG