Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku fermandarên New Zealandî dê li Brîtanya leşkerên Brîtanî perwerde bikin.
Reutersê da zanîn ku New Zealand dê bo perwerdeya leşkerên Ukraynî 120 karmendên xwe yên leşkerî bişîne Brîtanya.
Çaverê ye fermandarên New Zealandî leşkerên Ukraynî ser karanîna çekan, hiqûqa operasyonan û hin şîyanên din yên leşkerî perwerde bikin.
Hikûmeta New Zealandê da zanîn ku 800 leşkerên Ukraynî dê li Brîtanya werin perwerde kirin û dîyar kir ku leşkerên wê dê neçin Ukrayna.
Serokwezîrê New Zealandê Jacinda Ardern got ku li gor wan bi awayekî zelal xuya dibe ku dijî serwerîya welatekî êrîş heye û dîyar kir ku ewê ji gotinan wêdetir bi kiryarên xwe piştgirîya xwe ya bo Ukrayna nîşan bidin.
Ardern bal kişand ku yekîneyên New Zealandê li Ukrayna neketine şer û ewê neçin wir.
Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin.