Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelanda Nû Qanûna Çekan Diguherîne


Jacinda Ardern

Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern dîyar kir ku ewê çekên nîv-otomatîk yên leşkerî (MSSA) qedexe bikin.

MSSA heta niha li Zelanda Nû bi awayekî qanûnî dihatine firotan.

Ardern da zanîn ku ew çend roj in li ser qanûnekê dixebitin û dîyar kir ku qanûna nû ji 11ê Nîsanê pê ve dest pê bike.

"Êrîşa di 15'ê Adarê de dîroka me heta hetayê guherand. Îcar jî ewê qanûna me ya nû dîrokê biguherîne" Ardern got.

Îna borî di êrîşên dijî du mizgeftan de 50 kes hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG