Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelanda Nû bo Qurbanîyên Êrîşa Îna Borî Merasîman li Dar Dixe


Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern li merasîma li Hagley Parkê
Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern li merasîma li Hagley Parkê

Zelanda Nû îro Înê bo 50 qurbanîyên ku hefteya borî di êrîşên dijî mizgeftan de hatibûn kuştin merasîmên bîranînê li dar dixe.

Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern jî li Mizgefta El Nûr, ku yek ji mizgeftên dijî wan êrîş li dar ketibû bû, beşdarî merasîmê bû.

Piştî nimêja Înê, bo kesên di êrîşên hefteya borî de hatine kuştin dê merasîma cenazeyê pêk were.

Bi hezaran kes beşdarî merasîma li Hagley Park ya li nêzî Mizgefta El Nûr bûn.

Azana berî nimêja Înê hate xwendin ji radyo û kanalên neteweyî bi awayekî zindî hate weşandin.

Îmamê Mizgefta El Nûr Gamil Fouda dîyar kir ku êrîşvên ‘’hewil daye ku nefretê bixe nav gel, lê berovajî wê hez û dilovanî xurt bûye’’

Jacinda Ardern jî di heman merasîmê de got ku ew bi hev re ne û êşên malbatên qurbanîya bi qasî wan hîs dikin.

Piranîya mizgeftên Zelanda Nû, ku piştî êrîşa heftya borî hatibûn girtin, îro Înê jinûve vedibin.

XS
SM
MD
LG