Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelanda Nû Qanûna Çekan Diguherîne


Jacinda Arden serdana nasên qurbanîyên êrîşan dike
Jacinda Arden serdana nasên qurbanîyên êrîşan dike

Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern dîyar kir ku piştî êrîşên dijî mizgeftan wan biryar daye ku qanûnên ser sitandina çekan biguherînin.

Ardern îro Duşemê, piştî civîna kabîneyê da zanîn ku ewê heta hefteya pêş hûrgiliyên ser guherînan bide.

Wê dîyar kir ku ew bi reformên di qanûnan de hewil didin ku ewlekarîya bo civakê baştir bikin.

Di êrîşên çekdarî yên dijî du mizgeftên li Christchurch 50 kes hatibûn kuştin û ser êrîşê hemwelatîyê Avustralya Brenton Tarrant hatibû girtin.

Medya Zelanda Nû radigihîne ku bi qanûnên nû dê çekên nîvotomatîk werin qedexe kirin.

XS
SM
MD
LG