Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra Zelanda Nû Dê Mûçeya Xwe jiber Vîrusa Korona Kêm Bike


Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern

Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern dîyar kir ku ewê jiber rewişa vîrusa korona çêkiriye mûçeya xwe şeş mehan 20 ji sedê kêm bistîne.

Ardern bi preskonferansekê da zanîn ku endamên din yên hikûmetê û karmendên payabilind jî dê ji 20 ji sedê mûçeyên xwe nestînin.

Wê got ku ewê di mûçeyên karmendên saxlemîyê û polîsan de ti kêmkirin nebe.

Zelanda Nû jiber vîrusa korona derketina derve sînordar kiriye.

Li wî welatî bi qasî 5 mîlyon kes dijîn û heta niha 9 kesan bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest daye.

XS
SM
MD
LG