Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Ukrayna Zelenskiy bi Vîrusa Korona Ket


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy roja Duşemê dîyar kir ku testa wî ya vîrusa korona pozîtîf derketiye.

Zelenskiy ji hesabê xwe yê fermî yê Telegramê ragihand ku tevî hemî tedbîrên dijî vîrusa korona jî ew bi wê vîrusê ketiye.

Wî da zanîn ku ew xwe baş hîs dike û ewê di karantînê de karên xwe bimeşîne.

Yek ji şêwirmendên li pêş yên Zelenskiy, Yulia Kovaliv berî demeke kin dîyar kiribû ku ew bi vîrusa korona ketiye.

Medya Ukrayna da zanîn ku Wezîrê Fînansê Sergey Marchenko jî bi vîrusa korona ketiye lê ew nûçe ji alîyê jêderên fermî ve hîn nehatiye piştrast kirin.

Li Ukrayna pêketina vîrusa korona ya pêşî di 3’yê Adarê de hatibû tespît kirin û hikûmetê di 17’ê wê mehê de tedbîrên dijî wê vîrusê ragihandibûn.

Ew tedbîrên dijî vîrusa korona piştre hatibûn sist kirin û di 1’ê Tebaxê de jinûve ketibûn merîyetê.

Jêderên saxlemî yên Ukrayna dibêjin ku heta niha li welêt pirtir ji 469 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 8565 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG