Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskiy Dibêje Ew Hevkarîya bi Tirkîyê re Xurt Dikin


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy û hevtayê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê bi rêka telefonê axifîn.

Zelenskiy ser axaftina bi Erdogan re dîyar kir ku danûstandinên dualî hêzên wan xurt dikin.

Ukrayna li herêma Donbass dijî hêzên bi piştgirîya Rûsya firokên bêmirov yên Tirkîyê bikar anîne û vê yekê hêrsa Rûsya rakiriye.

Rûsya li sînorê Ukrayna leşker bi cîh kirine ku ew rewiş bi welatên rojava re fikaran çêdike.

Zelenskiy bi twîtekê da zanîn ku hevkarîya bi Tirkîyê re xurt dibe û dîyar kir ku ewê kêrî geşbûna aborîyê jî were.

XS
SM
MD
LG